25. Çîroka Kînemê - A1 level for Beginner learners

25. Çîroka Kînemê - A1 level for Beginner learners

Merheba ji we re, hûn bixêr hatin Kurdish Lessons podcastê. Ez Gulê, ez mamosteya we ya kurdiya kurmancî. Îro em ê bi hev re çîrokeke bixwînin. Navê çîroka me, çîroka Kînemê ye. Ev çîrok, çîrokeke kurt e, ez ê ji we re bixwînîm û ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Divê hûn jî cewabê bidin û ez ê jî cewabê bidim. Heke hûn hazir bin, heke hûn amade bin em dest pê bikin.


ÇÎROKA KÎNEMÊ

Navê wê Kînem e. Kînem ji Hamburgê ye, navê bajarê wê Hamburg e. Hamburg li Almanyayê bajarekî mezin e. Dê û bavê Kînemê ne ji Hamburgê ne. Dê û bavê Kînemê ji Kurdistanê ne. Dêya wê ji Mûşê ye û bavê wê ji Mereşê ye. Ew berî sî salan çûne Almanyayê û li wir zarokên wan çêbûne. Kînem û hemû xwişk û birayên wê hem bi almanî hem jî bi kurdî dizanin. Jiyana wan a li malê bi kurdî ye û jiyana wan a xwendinê bi almanî ye. Ew car caran pirtûkên kurdî jî dixwînin. Kînemê sala borî zanîngeh xilas kir û niha li şîrketeke mezin kar dike, dixebite. Ew hez dike havînan bi malbata xwe re biçe Mûşê û Mereşê. Jiyana gundan xweş e lê gelekî zehmet e.



➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com

➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons


To follow us on social media:

➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless...

➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons

➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com

➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons

Denne episoden er hentet fra en åpen RSS-feed og er ikke publisert av Podme. Den kan derfor inneholde annonser.

Episoder(35)

35. Jiyana bavê min a li gund -B1 level for Intermediate learners

35. Jiyana bavê min a li gund -B1 level for Intermediate learners

Bavê min li gund çi dike? Jiyana xwe çawa derbas dike?

15 Mar 27min

34.Rûtînên min ên sibehê (my morning routines) - for Beginners

34.Rûtînên min ên sibehê (my morning routines) - for Beginners

Sibehan (in the mornings) sibehan ez bi gelemperî (generally)bi gelemperî zû şîyar dibim. Ez berî saet heştan şîyar dibim. Ez berî saet heştan before (eight o'clock) şîyar dibim. Carinan (sometimes) a...

11 Feb 12min

33. Rojnivîskên Gulê 09 - 4ê Berfanbara 2025an

33. Rojnivîskên Gulê 09 - 4ê Berfanbara 2025an

Îlon, Cotmeh, Mijdar çawa derbas bû?

4 Des 202517min

32.Rojnivîskên Gulê 08 - 14ê Tebaxa 2025an

32.Rojnivîskên Gulê 08 - 14ê Tebaxa 2025an

Ez van rojan çi dikim? Havîna 2025an

14 Aug 202522min

31.Newroz - Cejna Kurdî

31.Newroz - Cejna Kurdî

Newroz – Cejna KurdîNewroz ji bo gelê kurd cejneke girîng e. Her sal di 21ê Adarê de tê pîrozkirin. Ev roj di çanda kurdî de destpêka sala nû ye. Newroz tê wateya “Roja Nû.”Di vê rojê de, kurdên li he...

21 Mar 20257min

30. How to talk about likes and dislikes -A1 level for Beginner learners

30. How to talk about likes and dislikes -A1 level for Beginner learners

the verb ‘’ji …… hez kirin’’ - to like, to loveEz hez dikimTu hez dikîEw hez dikeEm hez dikinHûn hez dikin Ew hez dikin-an is added to the nouns when it is about a general liking- I love flowers - Ez ...

8 Feb 202513min

29. Li ser ken û kenîne - B2 level for Intermediate learners

29. Li ser ken û kenîne - B2 level for Intermediate learners

- Ken — kenîn -Kenandin -Bişirîn -Rûken - - Rûgeş - Rûyê xwe tirş kirin - Ma’de xwe tirş kirin Hûn di rojekê de çend caran dikenin? Hûn çend caran ji malbata xwe re, ji hevalên xwe re, ji zarokên xwe ...

3 Feb 202525min

28. Ez van rojan çi dikim û çîroka Leylanê - A2 level for Elementary learners

28. Ez van rojan çi dikim û çîroka Leylanê - A2 level for Elementary learners

➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com  ➤To support our works on Patreon:  https://www.patreon.com/kurdishlessons ...

5 Nov 202419min

Populært innen Fakta

fastlegen
dine-penger-pengeradet
relasjonspodden-med-dora-thorhallsdottir-kjersti-idem
foreldreradet
treningspodden
rss-kunsten-a-leve
rss-kull
jakt-og-fiskepodden
mikkels-paskenotter
sinnsyn
takk-og-lov-med-anine-kierulf
rss-sarbar-med-lotte-erik
rss-strid-de-norske-borgerkrigene
tomprat-med-gunnar-tjomlid
gravid-uke-for-uke
hverdagspsyken
smart-forklart
hagespiren-podcast
teknologi-og-mennesker
level-up-med-anniken-binz